Hûn: Heta ku hilbijartin dawî bibin, sindoqan biparêzin

Namzetê parlementeriyê yê Partiya Çepên Kesk ê Îdirê Yilmaz Hûn diyar kir ku divê her kesên li ser sindoqan erkdar an jî ne erkdar biçin ser sindoqan û dengê xwe bidin û got, “Heta ku hilbijartin dawî bibin, sindoqan biparêzin.”

Ji hilbijartinên 14’ê Gulanê re rojek ma. Xebatên hilbijartinê yên Îdirê hîna jî didomin. Partiya Çepên Kesk, Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Tevgera Jinên Azad (TJA), Dayikên Aştiyê û dildarên Partiya Çepên Kesk, li Îdirê kolan bi kolan, gund bi gund û mal bi mal digerin û xebatên hilbijartinê didomînin. Partiya Çepên Kesk armanc dike ku her du wekîlên bajêr bi dest bixe. Namzetê Parlementeriyê yê Partiya Çepên Kesk ê Îdirê Yilmaz Hûn xwest ku her kesên li ser sindoqan erkdar an jî ne erkdar biçin ser sindoqan û dengê xwe bidin.

‘DEM HATIYE KU EM JI DESTHILATIYÊ RE BIBÊJIN ÊDÎ BES E’

Namzetê Parlementeriyê yê Partiya Çepên Kesk ê Îdirê Yilmaz Hûn got ku “Desthilatdariya AKP-MHP’ê û rejîma Qesrê bi hemû derfetên xwe êrîşî hemû civakê, ciwan, jin, gelê Kurd, Elewî, kedkar û xwezayê dikin. Tehemûla AKP’ê li hemberî hêzên muxalif tune. Ji ber vê divê her kes li hemberî vê yekê bibêjin ‘êdî bes e’.  Ez jî weke sendîkavan, aktîvîst, mamosteyekî ji kar hatiye derxistin, Kurdek û bavek ji bo li hemberî vê pergalê derbikevim, tevlî vê têkoşînê bûm. “

‘HEJMARA KURSIYÊN PARTIYA ÇEPÊN KESK WÊ ROLA DIYARKER BILÎZE’

Hûn anî ziman ku ev hilbijartinên ji bo gelên Tirkiyeyê weke referandûm e û got: “Yan wê ev rejîm xwe bi rêya hilbijartinan rewa bike û bi sazî bibe û polîtîkayên xwe yên zextê kûrtir bike, an jî wê rejîm têk biçe û ji bo welêt rûpeleke nû vebibe. Ji bo her kesê wê qonaxeke nû dest pê bike. Hejmara kursiyên Partiya Çepên Kesk ên meclîsê pir girîng e. Di heyama nû de hejmara wekîlên ti partiyekê wê têra biryargirtinê neke. Ji ber vê hejmara kursiyên Partiya Çepên Kesk ji bo biryargirtinê pêwîst be. Hejmara kursiyên Partiya Çepên Kesk ji bo berjewendiya kedkar, jin û her kesê rola diyarker bilîze.

Hûn, diyar kir ku li Îdirê her kes li bendê ye ku roja 15’ê Gulanê bi rojeke nû, şiyar bibin û wiha berdewam kir: “Li bajêr hêvî, coş û kelecaneke mezin heye. Gel bi coşeke mezin me pêşwazî dike. Hemû hevdîtinên me yên bi gel re vediguhere şahiyê. Li hemberî AKP’ê ruhê hesab xwestinê heye. Me li bajêr li her deriyê xistiye. Bi taybet ji bo danasîna logoya Partiya Çepên Kesk, xebatê pisûle û ewlekariya sindoqan, kedek mezin hat dayîn. Ti sazî û kesek nema ku em neçûne. Em diçin serdana kesên ku naçin ser sindoqan an jî nikarin biçin, bi nîqaşê sedemên wan tespît dikin û hewl didin îkna bikin.  Em ê kesên ku nikarin biçin ser sindoqan, wesayîtan bigirin û bibin cihê hilbijartinê.”

‘XWEDÎ LI DENGÊN XWE DERBIKEVIN’

Hûn da zanîn ku ev hilbijartin xwedî girîngiyeke dîrokî ye û wiha got: “Em bi taybetî dixwazin hevalên ciwan di vê hilbijartinê de rol û mîsyona xwe bilîzîn û her kes biçin ser sindoqan. Divê her kesên ku li ser sindoqan erkdar an jî ne erkdar biçin ser sindoqan û dengê xwe bidin, heta ku hilbijartin bi dawî bibin, sindoqan biparêzin. Bi taybet heta ku zabitnameyên sindoqan neyên qeydkirin, divê dest ji sindoqan bernedin û di zûtirîn demê de radestî maseya me ya krîzê bên kirin.”